Serêkanîyê (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de red dike ku ew baskê leşkerî yê ti partîyekê bin. Ew herwiha red dike ku ew ser bi PYDê ve bin û dibêje berîya şoreşa Sûrîyê di sala 2009ê de ew ligel partîyan civîyane û behsa dirustkirina vê hêzê kirine. Lê tenê PYDê amadebûna xwe nîşan daye ku hevkarîya wan bike.
Hevpeyvîn: Mutlu Çiviroğlu
Êlên Çelaxa û Cibûrî û pirranîya navçeyê piştgirîya me dikin
Rûdaw: Hinek pevçûnên we ligel grûpa Cebhet el Nusra li derveyî navçeyên kurdî ne. Gelo xelkên wan navçeyan piştgirîya we dikin?
Sîpan Hemo: Hinek Erebên gundnişîn piştgirîya YPGê dikin. Ji ber ku YPG li ser daxwaza wan çû wan deveran. Êlên Çelaxa û Cibûrî û pirranîya navçeyê piştgirîya me dikin. Di pevçûnên me yên vê dawîyê de me li dijî gellek çekdarên bîyanî şer kir ku bi rêya Tirkîyeyê hatine nav axa Sûrîyê. Wek mînak ewên ku li Serê Kanîyê hatine kuştin hevwelatîyên welatên wek Misr, Erebistana Siûdî û Tûnisê bûn. Yek ji Cîhadîyan jî amerîkî bû, herwiha pirranîya çekdarên li Til Koçer kuştî jî pasportên iraqî û yên welatên din bi wan re hebûn.
Bi bawerîya hinek pisporan, hebûna Kurdên sêkûlar li deverê sûdê digihîne Amerîka û welatên rojava li dijî grûpên çekdar.
Em Kurd demokrat, pêşverû û sîngfireh in li deverê. Li Herêma Kurdistanê binêre! Ew mînaka herî baş e ji bo teqezkirina gotina min. Heta niha ti neteweyên ereb negihiştine wê pêşketina wan. Tew Kurd dikarin ji wiha baştir jî bin. Lewma di berjewendîya Amerîka û welatên rojava de ye ku li Kurdên Rojavayê Kurdistanê û şîyanên wan mikur bên.
Pêwist e rojava bi çi awayî nêzîkî Kurdan bibe?
Jixwe welatên rojava Kurdistan çar parçe kir. Mixabin welatên rojava niha jî vî karî dikin û berdewam in li ser piştguhxistina têkoşîna Kurdan. Pêwist e bi Kurdan re gotûbêjan bikin û kêşeyên girêdayî deverên kurdî piştguh nexin. Ji ber ku eger Kurd statuyekê li Rojhilata Navîn bi dest bînin, bêguman Amerîka û welatên rojava sûdmend dibin.
Krîza Sûrîyê gihiştîye derîyekî girtî. Bi dîtina we, krîz çawa dikare çareser bibe?
Şoreşa Sûrîyê gihiştîye rewşeke xetimî. Bi gotineke din, Îslamîyên tundxwaz wek pêşeng tên dîtin. Ev jî gefê li ser Amerîka û rojava dirust dike. Alozîyên di navbera Elewî û Sunîyan de gihiştine xalekê ku jê veger tine. Çareserîya wan kêşeyan jî naskirina Kurdan û dayîna mafên wan e. Ji xeynî Kurdan, çareserîya kêşeya kurd ne li ba ti kesî ye. Eger Amerîka û rojava hesabê Kurdan nekin, wê Îslamîyên tundxwaz desthilatê zeft bikin û bi vî rengî wê Sûrî parçe parçe bibe.
Tevî Tirkîye bi Kurdên xwe re di nava proseya aştîyê de ye, lê ji rewşa Kurdên Sûrîyê dilteng e
Çawa Tirkîye rê dide Îslamîyên tundrew ku bêne nav Sûrîyê, di demekê de ku Enqare bi Kurdên Bakur re di proseya aştîyê de ye?
Bi rastî rewşeke pirr seyr e. Tevî ku Tirkîye bi Kurdên xwe re di nava proseya aştîyê de ye, lê ji rewşa Kurdên Sûrîyê dilteng e. Ev herdu tevger berevajî hev in. Me di demeke kêm de gellek qezenc bidest xistin. Heta niha Kurdan li hersê parçeyên din bi vê lezê qezenc wiha bidest nexistine.
Em Kurd ji destpêkê de bêalî mane û neçûne ser bi ti alî ve. Em dizanin ku ji bo seranserê Sûrîyê em nikarin tiştekî bikin. Lê herdem me teqez kirîye ku em dikarin navçeyên kurdî biparêzin. Lê Tirkîye ji helwêsta me nerehet bû. Ewa ku Tirkîye dilteng kirîye ew e ku Kurd fermanrewayîya navçeyên xwe dikin. Berpirsên tirk vê dawîyê ragihandin ku desttêwerdanê dikin.
Gelo hûn li ser Tirkîyeyê gef in?
Berevajî van tiştên ku berê derbarê me de hatine gotin, em xwe wek hevalên welatîyên tirk dibînin. Em alîgirê wan kesan in, ewên ku dikarin demokrasîyê di navçeyê de ber bi pêş ve bibin. Eger ev navçe têkeve bin destê Îsalmîyên tundrew, ev dibe karesat ji bo Rojhilata Navîn û cihanê jî. Qezencên me sûdê digihînin welatîyên tirk û navçeyê.
Piştî serketina leşkerî, navçe dikeve bin destê Desteya Bilind a Kurdî û ala desteyê lê tê hildan
Hildana ala YPGê li ser dergehê sînor yê Serê Kanîyê hinek berpirsên tirk dilteng kir. Çima hûn xwe ji van reftaran dûr naxînin?
Ne pêwîst e wek kêşeyekê li vê bê nêrîn. Li hemû navçeyên ku dikevin bin kontrola me de, em ala YPGê hildidin. Lê pêwîst e vê yekê jî bêjim ku navçeyên kurdî di bin destê Desteya Bilind a Kurdî (DBK) de ne. Ew navçeyê birêve dibe. Piştî serketina leşkerî, navçe dikeve bin destê Desteya Bilind a Kurdî û ala desteyê lê tê hildan.
Partîyên kurdî dibêjin ku YPG tenê beskekî leşkerî yê PYDê ye.
Mixabin ev babet pirr caran hatîye gurkirin. Dema me biryar da ku em YPGê damezirînin, me serdana hemû partîyan kir, ne tenê PYDê. Herwiha me serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir. Me li derîyê gellek partî, xelk û berpirsan da. Me ji hemû partîyan re ragihand ku em bi nîyaz in ku hêzeke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê damezrînin. Dibe bi bîra te bê ku çend êriş li ser Kurdan hatine kirin. Wek mînak êrişa sala 2004ê ya li Qamişloyê. Herwiha êrişa sala 2007ê ya Reqayê. Ji bo rêgirtinê li ber van êrişan, me pêwîst dît ku em hêzeke xwe ya leşkerî damezrînin. Lê hemû partîyên ku em bi wan re axivîn bîrokeya hêza leşkerî red kirin. gotin damezrandina hêzeke bi vî celebî giran dibe. Bi bawerî PYDê di hewldanên me de arîkarîya me kir. Di nav yekînîyên YPGê de endamên partîyên kurdî yên din li kêleka endamên PYDê hene, wek Partîya Pêşverû ya Demokrat, Partîya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî, Partîya Çep a Kurdî, Partîya Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Aşûrî û hinek partîyên din.
Dixwazim careke din dubare bikim ku em ne baskê leşkerî yê ti partîyê ne. Em di bin fermandarîya Desteya Bilind a Kurdî de ne. Em xebatê ji bo parastina navçeyên kurdî dikin. Heta ku kêşeya asayişî li Rojavayê Kurdistanê hebe, YPG dimîne. Bi rastî ev yekem car e ku bi awayekî fermî ji bo nêrîna giştî radigihînim: Sala 2009ê me hemû partî dîtin, dibe ku ji bo berjewendîyên partîyên xwe wan ev tişt behs nekiribin.