Hevpeyvîn: Mutlu Çiviroğlu
Rûdaw– Fermandarekî Bereya Kurdan, ku yek ji hêzên nav Artêşa Azad a Sûriyê ye, dibêje ku nêzîkî 7 hezar çekdarên wan di nava Artêşa Azad de hene.
Fermandarê yekîneyeke kurd ya ser bi Artêşa Azad a Sûrîyê, Hacî Ehmed Kurdî, ji Rûdawê re got ku Kurdên Sûrîyê li gelek bajar, bajarok û gundên Ereban dijîn û wan xwestîye ku hêzeke wan a hevbeş ligel neteweyên van navçeyan hebe. Bi vê sedemê wan Bereya Kurdan damezrandîye. Ehmed Kurdî herwiha dîyar kir ku armanca wan ew e ku ligel Artêşê Azad dawîyê li “dîktatorê Şamê” bînin.
Ehmed Kurdî got ku Artêşa Azad pile û payeyên leşkerî li ser bingeha neteweyî dabeş nake, herwiha betalyonan jî li ser bingeha neteweyî danamezrîne. Ehmed Kurdî: “Di nav vê hêzê de hemû ji bo ruxandina serokê niha yê Sûrîyê Beşar Esed şer dikin. Lê Kurd dixwazin nasnameya xwe derxînin pêş, ji bo ku nîşan bidin ku ew jî di şoreşa Sûrîyê de beşdar in.”
Derbarê navê Bereya Kurdan de jî, Hacî Ehmed Kurdî got: “Ti hokara nijadî li pişt hilbijartina vî navî nebû. Tenê da ku em beşdarîya xwe di şoreşê de nîşan bidin. Lewma me Bereya Kurdan damezrand. Hin bi hin piştgirîya me pirr dibe. Em xwe li hemû bajarên Sûrîyê birêxistin dikin.”
Heta niha hêzên opozisyona kurdî bi awayekî giştî xwe ji şerê navxweyî yê Sûrîyê dûr kirîye. Lê hejmarek çekdarên kurd di nav yekîneyên Artêşa Azad a Sûrîyê de şer dikin. Li gor gotina Ehmed Kurdî, 7 hezar çekdarên Bereya Kurdan hene. Yek ji wan Ebû Musab bû, ku serokê grûba Cebhet al-Nusre girt, ya ku ser bi el-Qaîde ye.
Ehmed Kurdî gazinan ji wê yekê dike ku grûbên tundrê ên wek Cebhet al-Nusre û hejmarek grûbên din ên cîhadî ji Rojhilata Navîn û welatên din bo Sûrîyê tên şandin, da ku beşdarî şerê navxweyî bibin û ajendeyên el-Qaîde peyrew bikin. Ehmed dibêje ku ew grub bi awayekî kirdarî kontrola Artêşa Azad a Sûrîyê dikin û wiha berdewam dike: “Di bin hejmarek nav de çalakîyan dikin. Lê dilsoz û arîkarên el-Qaîde ne. Ev grûbên tundrê dikarin rê li ber damezrandina hejmarek yekîneyên Artêşa Azad a Sûrîyê bigirin û desthilata wan sînordar bikin. Destê wan li ser pirranîya dezgehanên ku ji bin destê rejîma Esed hatine rizgarkirin heye.”
Di vê dama ku pevçûn di navbera YPGê û Îslamîyên tundrê de li navçeyên kurdî pêk tên, şerê Sûrîyê ber bi alozîyeke bêhtir çûye. Ehmed Kurdî dibêje: “Grûbên îslamî di hewla kontrolkirina Artêşa Azad a Sûrîyê de ne. Dixwazin navçeyên kurdî têxin bin destê xwe. Me jî ev red kir. Lewma êrişî me dikin.”
Ehmed Kurdî wiha dibîne ku gefa kontrolkirin û desthilata alîyên grûbên îslamî roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçe û doz li civaka navdewletî û bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Tirkîyeyê kir ku guşarê têxin ser grûbên îslamî û arîkarîya Artêşa Azad a Sûrîyê bikin.