Kobanê Qada Berxwedanê

images

Êrîş kirin çar hêlanê 

Ewan hovê bê xuda ne

Wan bihevre da peymanê

Wêran bikin warê Kurdanê

***

YPG_Kobane

***

Kobanê qada berxwedanê

Kete cenga man nemanê

Wan da kivşê bo cîhanê

Ku em kî ne li meydanê

***

Ew berxwedan û ew xebat

Pêl da derbaz bû Rojhilat

Başûr jî wa lez û bez hat

Bakurê can pir kirin xelat

***

Keç û xortan li Kobanê

Bi hevre têkoşîn danê

Wan belav kir nav cîhanê

Nav û dengê Kurdistanê

***

Neyar bîr kir em kî ne

Keç û xortên Kurdan çi ne

Dema ceng e li meydanê

Hemî tewde wekî şêran e

arin-mirkan1

***

Ew in keçên nazdar û çeleng

Zelal xuya dikin li qada ceng

Jibo cihanê bûne pêşeng

Wan kir rûmeta jinê reng û reng

***

Rûpeleke geş wan afirand

Her dem  bi kar, ked û xebat

Berxwedan jî dîsa bû çand

Wan mizgînîya azadîyê şand

***

Şehramê Şikak