Li Washingtonê projeya Rojava

Hevseroka MSD´ê Ilham Ehmed li Washigtonê di panelekê de got, ew alîkariyê ji bo projeya xwe ya siyasî dixwazin û divê ew di nava çareseriyeke siyasî de cihê xwe bigirin.

Bi organîzasyona ARCDEM´ê (‏Navenda Rojava a ji bo Demokrasiyê ya Emerîkî) bi navê  “Piştî DAIŞ´ê? Bakurê Sûriyê li ber duriyanekê” li paytexta Emerîkayê Washingtonê panelek bi rê ve çû. Di vê panelê de Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, ji zanîngeha Columbiayê Prof. David L. Phillips, analîstê ji Center for a New American Security (CNAS) Nicholas A. Heras û nivîskara pirtûka “Nearamiya Civakî û Baregehên Eskerî yên Emerîkî li Tirkiye û Elmanyayê ji 1945´an ve” Amy Austin Holmes weke qiseker amade bûn. Rojnamevan û analîstê siyasî Mutlu Çiviroglu moderatoriya panelê kir. Li mekanê panelê Press Club a li paytexta DYE´yê, gelek kes û rojnamevan amade bûn.

Destekê bidin projeya me ya siyasî

Hevseroka MSD´ê Ilham Ehmed axaftina destpêkê ya di panelê de kir û got, “Li Sûriyê niha krîzek heye, û ev krîz kûrtir bû. Em projeyeke nû ji bo Sûriyeke nenavendî pêşniyaz dikin û em hez dikin vê projeyê li tevahiya welêt pêk bînin.”

Ilham Ehmed ji bo dewra Tirkiyeyê li Sûriyê eşkere peyivî û got, “Dewleta Tirk li Sûriyê bi roleke gelekî xirab rabû. Li Efrînê wan komkujî kirin. Pirraniya xelkê Efrînê bi darê zorê koçber kirin. Wan çete û malbatên wan anîn Efrînê û demografî guherand. Wan mal û milkê xelkê dizî û dest avêt jinan.”

Îlham Ehmed navê terorîzmê li van kirinên dewleta Tirk kir: “Em dizanin ku ya Tirkiye dike terorîzm bi xwe ye. Îro, ya em dibêjin ew e ku divê ewlekarî û aramiya herêma me bê parastin. Ya ku em dibêjin ev e; me ewlekariya dinyayê parast (li dijî DAIŞ´ê), em xwe ji bo ewlekariya mirovahiyê berpirsiyar dibînin. Pêdiviya me bi alîkariya wan welatan heye ku me ew parastin.”

Ka ev alîkarî wê alîkariyeke çawa be jî, ji van gotinên Îlham Ehmed diyar bû: “Pêdiviya me bi alîkariya ji bo projeya me ya siyasî heye. Divê em di çareseriyeke siyasî de hebin. Destûrnedana beşdarbûna me di pêvajoya Cenevreyê de zexmkirina krîzê ye, zexmkirina şer e.”

Tenê QSD dikare bi DAIŞ´ê

Nicholas A. Heras di panelê de got, “Ya ku li vir em behsa wê dikin tevgerek e ku hewl dide gelêrî be û bersivê bide daxwazên gel. Li ber çavê me, ha vê kêliyê ya ku em dibînin, bi gewdebûna îdeala sivaka demokratîk e.” Li gorî wî, ji bilî QSD´ê jî ti hêza din wê nikaribe li dijî DAIŞ´ê herêmê biparêze: “Ti hêzeke din a cihî û bikêrhatî (ji bilî QSD´ê) nîne ku karibe ji nû ve derketina holê ya DAIŞ´ê asteng bike.”

Amy Austin Holmes jî îşaret bi girîngiya têkbirina daîmî ya DAIŞ´ê kir û got, “Rêya herî muhim a misogerkirina şikandina daîmî ya DAIŞ´ê ew e ku bê misogerkirin ku îdeolojiya tundraw a Îslamî bê têkbirin.”

WASHINGTON

Li Washingtonê projeya Rojava